Erebistanê li hevkirina Mazlum Abdî û Şamê pîroz kir

Erebistanê li hevkirina Mazlum Abdî û Şamê pîroz kir

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Erebistana Sa’udiyê îro an ku roja Çarşemê, daxwuyaniyekî li ser hevdîtin û li hevkirina (Peyman) Mazlum Abdî û Şamê da.

Erebistanê di daxwyaniyê de razîbûna xwe ya di derbarê entegrasyona HSDê ya bi dezge û saziyên Sûriyê re ragihand û pêvajoyê ji bo ewlehî û îstîqrara xelkê Sûriyê, weka rêyekî baş bi nav kir.

Wezareta Erebistanê di daxwuyaniyê de got ku pêvajoya piştî rejîma Esad, bi desteka DYAyê, bi Riyadê re tê ser heman xetê.