Çarçova li hevkirina navbera Mazlûm Abdî û Şamê aşkera kirin

Çarçova li hevkirina navbera Mazlûm Abdî û Şamê aşkera kirin

PeyamaKurd – Li gor ragihandina rojanam Al Majalla û malpera Serbestiyetwebê; berya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xwe fesih bike, di navbera Mazlûm Abdî-Îlham Ahmed û Şamê de peyamekî fireh hatiye girêdan.

Çavkaniyên Sûriyê û Rojava ji bo Al Majalla ragihandine ku Mazlûm Abdî, êvara Sêşemê li Şamê li Koşka serokkomariyê, berya ragihîne ku HSDê fesh bikin, li ser peyamana li hev kirine, xalan peymanê aşkera kirin.

Li gor peymanê; Mazlum Abdî dê bibe şêwrimendê serokkomariyê û İlham Ahmed jî dê bibe parlementerê Meclisa Gel ya Sûriyê. Di şûna “general Mazlum Abdî” de dê êdî jê re bejin “rêzdar Abdî”.

Xalên peymanê weha nin:

Wezîrê karên derve yê Sûriyê Esad eş-Şeybani, rojên Duşemê û Sêşemê bi Mazlum Abdî û İham Ahmed re 2 civînên xebatê kirin. Her dû teref şeva Sêşemê li hev kirine bi Ahmed Şara re hevdîtin bikin. Piştî hevdîtinê dê Mazlum Abdi civîna çapemeniyê çêbike û fesha HSDê, Rêvebiriya xweser û temamê dezge yên sîvîl û leşkerî ragihîne.

-Mazlum Abdi, dê bibe şêwrimendê serokkomariyê. Yek ji pêşniyaran jî dê Mazlum Abdî bibe berpirsê ji civakan û mesela Kurdên Sûriyê. Çarçova dawiyê wê bi biryarnama serokkomariyê bê destnîşankirin.

-İlhan Ahmed, ji lîsta serokkomar dê bibe parlementerê meclisa gel. Rave dikin ku di amadekirina destûrê de cîh bigre an di komisyona karên derve de cîh bigre. Wê paşî vê biryarê bidin.

-Di hevdîtina Şamê de Mazlum Abdi û İlham Ahmed ku di wezareta karên derve de cîh bigrin jî ket rojevê. Li ser cîgiriya wezîrê karên derve û şêwrimendiya bi qidem jî rawestiyane.

-Di civînên rojên Duşem û Sêşemê de, rewşa YPJê ku ji 1500 şervanan pêk tê li hev kirin ku di nav wezareta karên nav xwe de cîh bigrin. Wê tevlî hêzên asayîşa nav xwe bibin. Dê YPJ weka perçeyekî ji hêzên antî terorê li Rojava wezîfe bikin.

-Rêvebiriya Şamê di pêşde ji bo entegrasyona YPJê bo artêşa Sûriyê dê rave bikin.

-Wê xebatkarên HSDê ji bo entegrasyona bi Sûriyê re dê temamê 4 tûgayan bikin. Her tûgayekî ji 1300 şervanan pêk tê. Niha ji bilî wan her 4 tûgayan, entegrasyona 1700 şervanan ya bi artêşa Sûriyê re dewam dike. Li hev kirin ku hêzên Kurda li seranserê sînor bicîh bikin.

-Dê rêvebiriya Sûriyê biryarnameyekî derxe ku Kurdî zimanê fermiye, Di dibistanan de dersên weka erdnîgariyê û dîrokê û hinek dersên din yên devkî dê bi Kurdî bên dayîn.

-Wê Mazlum Abdî û İlham Ahmed bi Abdullah Öcalan re hevdîtin bikin. Dibe ku seredana ji bo Öcalan ji zîndanê derê û ji bo hewlên weha destekê bidin Öcalan. Lê hê jî di mijarê de, kes biryara fermî ya Tirkiyê nizane.

Tirkiye rave dike ku navê Mazlum Abdi ji nav lîsta terorê derxe. Berê jî ji bo Samir Oso (Sipan Hamo) heman biryarê dabûn û dibe ji bi vê biryarê de paralel biryarekî bidin.