PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku yek ji fermandarên Hizbullahê Ebû Elî Hemze li bajarê Sûrê yê li başûrê Libnanê hat kuştin.
Kanala 13 a Îsraîlê da xuyakirin ku Îsraîl berfirehkirina operasyonên xwe li eniya bakur dinirxîne û dibe ku heya Beyrûdê jî bigire nava xwe.
Serokwezîrê Îsraîlê Binymîn Netanyahû û Wezîrê Berevaniyê Israel Katz îro ferman dan artêşê ku di çarçoveya berfirehkirina operasyonên leşkerî li başûrê Libnanê de armancên li taxên başûr ên Beyrûdê bombebaran bikin.
Di daxuyaniya hevbeş a Netanyahû û Katz de hate gotin: “Ev ferman ji ber binpêkirinên domdar ên agirbestê ji aliyê Hizbullahê ve û êrîşên li ser bajarên Îsraîlê hate dayîn.”