Macron: Leşkerekî Fransî di êrîşeke li ser Hewlêrê de hat kuştin

Macron: Leşkerekî Fransî di êrîşeke li ser Hewlêrê de hat kuştin

PeyamaKurd - Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku leşkerekî Fransî di êrîşeke li ser sînorê Hewlêrê de hat kuştin.

Macron îro (Înê, 13ê Adarê, 2026) di peyamekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de mirina leşkerekî Fransî di êrîşeke li ser sînorê Hewlêrê de ragihand.

Di peyama xwe de, sersaxî ji malbat û hevalên leşkerê ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest da re xwest, hevgirtin û piştgiriya neteweya Fransî anî ziman.

Macon herwiha diyar kir ku di heman êrîşê de çend leşkerên Fransî birîndar bûne, û got ku hebûna wan a leşkerî li Iraqê beşek ji têkoşîna li dijî terorîzmê ye.

Di dawiya peyama xwe de, Macron got, "Ev êrîşa li dijî hêzên me, ku ji sala 2015an vir ve li dijî DAIŞê şer dikin, nayê qebûlkirin."