PeyamaKurd - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî re bi telefonê axivî. Macron daxwaz kir ku êrîşa dawî ya li Iraqê ku leşkerên Fransî kiribûn hedef, bi hemû hûrgiliyên xwe were lêkolînkirin û kujer werin dîtin.
Macron di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê fermî de diyar kir ku mijara sereke ya hevdîtinê, êrîşa li dijî hêzên Fransî ya li Iraqê bû. Di vê êrîşê de Çawişê Bilind Arnaud Frion jiyana xwe ji dest dabû û çend leşkerên din jî birîndar bûbûn. Sûdanî di vê pêwendiyê de sersaxiyên xwe û yên gelê Iraqê gihandin Macron û malbata leşkerê kuştiyî.
Serokwezîr Sûdanî ev êrîş wekî “kiryareke nayê qebûlkirin” pênase kir. Macron kêfxweşiya xwe li ser pabendbûna Sûdanî anî ziman û got:
Ez spasiya Serokwezîr Sûdanî dikim ji bo pabendbûna wî ya xurt a ji bo lêkolîna tevahî ya vê êrîşa tarî û xurtkirina tedbîrên ewlehiyê yên ji bo hêzên me yên ku li dijî terorê şer dikin.”
Serokê Fransayê bi bîr xist ku leşkerên wan di çarçoveya mîsyoneke navneteweyî de ji bo piştgiriya Iraqê û şerê li dijî terorê li wî welatî ne. Macron tekez kir ku parastina canê leşkerên Fransî yên ku “mil bi mil” ligel gelê Iraqê şer dikin, pêşîniya wan a sereke ye.
Di dawiya pêwendiya telefonî de, her du rêberan li ser rewşa aloz a Rojhilata Navîn jî nîqaş kirin. Macron û Sûdanî li ser berdewamkirina hevahengiya di navbera Parîs û Bexdayê de li hev kir da ku piştgiriya serwerî û aramiya Iraqê bikin û hewl bidin aloziyên li herêmê kêm bikin.
Ev hevdîtin di demekê de pêk tê ku rageşiya leşkerî li Herêma Kurdistanê û Iraqê zêde bûye û hêzên biyanî gelek caran ji aliyê komên çekdar ve têne hedefgirtin.