PeyamaKurd- Li Amerîkayê li eyaleta Carolina ya Başûr, li devera Lancaster Countyê êvêtin ser qûlûbekî şevê ya bi navê Old Skool Sports Bar & Grill û di encamê de herî kêm 2 kes mirin û 8 kes birîndar bûn. Ragihandina encamê, ji aliyê rêvebirê polîsê Lancaster County ê Barry Faile de hat ragihandin.
Şerif Faile ragihand ku ji derve û hundirê qûlûbê de bi sîlihan êrîş kirine serê û weha got:
“Gelek mirov bûn şahid ku êrîşeka bi şid û bi sîlihan bû. 2 kes mirin û di nav birîndaran de hene ku halê wan nebaşin. Çi bi kesên çekdar an kesên ku li qûlûbê bûn, divê em bi herkesî re biaxifin. Divê şahidên bûyerê bi me re têkiliyan deynin da kesên ji bûyerê berpirsin, bên girtin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin