Li Rihayê êrîs birin ser otomobîlekî: 3 kustî

Li Rihayê êrîs birin ser otomobîlekî: 3 kustî

PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê li ser rêya Riha û Mêrdînê hinek kes êrîş birin ser otomobîlekî û di encamê de kesên bi navên Ahmet Kubat, Huseyin Kubat û Mehmet Ali Elvan jiyana xwe ji dest dan.

Kes an kesên ku êrîş kirine ser otomobîlê nasnameya wan diyar nîne an heya bên girtin polîs tiştekî nabêje. Hêzên asayîşê tevî tîmên trafîkê hatin çûn ciyê bûyerê û rê bo trafîkê hat girtin. Piştî lêgerîna dozger û tîmên lêgerînê xebata xwe temam kirin, cenaze hatin birin bo Rêxistina Tibê ya Edlî ya bajarê Rihayê.

Polîs bo girtina kesên êrîşker xebata girtinê da destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin