Li Etiyopyayê êrîs birin ser sîvîlan: 12 kustî

Li Etiyopyayê êrîs birin ser sîvîlan: 12 kustî

PeyamaKurd – Li welatê Etiyopyayê li herêma Oromiya êrîşê birin ser sîvîlan û di encamê de 12 sîvîl hatin kuştin û gelek sîvîl jî birîndar bûn. Li gor nûçeya Addis Standard ê kesên êrîş kirine nasnama wan nayê zanîn.

Grûbên muxalifê hukumeta Etiyopyayê ji bûyerê hukumetê berpirs digrin lê hukumet heya niha ti ragihandinê nekiriye.

Hukumeta Etiyopyayê di meha Nîsanê de bi Artêşa Rizgariya Oromo (OLA) re dest bi hevdîtinan kiribû. Di muxalefeta hukumetê de OLF û TPLF hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin