"Êrîsa ser Îdlibê dê bibe sedema qeyraneke mezin"

"Êrîsa ser Îdlibê dê bibe sedema qeyraneke mezin"

PeyamaKurd - Qeyrana nakokiya li ser Îdlibê di navbera Tirk, Rûs û Îraniyan de her diçe mezintir dibe.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin piştî civîna kabîneya Serokkomariyê daxuyanî da û got, "Dixwazim bibêjim derbarê aboriya Tirkiyeyê atmosfera panîkê tune. Em bawer in ji vê heyama wekî turbulansê tê dîtin demek kurt xilas bibin"

Îbrahîm Kalin diyar kir: "Êrîşa ser Îdlibê berî her tiştê dê zirarê bide pêvajoyên siyasî yên ku heta niha dewam dikin, dê bibe sedema qeyraneke mezin a pêbaweriyê"

Kalin destnîşan kir ku: "Banga me ew e ku raya giştî ya cîhanê, welatên Rojavayî, Amerîka, dewletên herêmî di vê mijarê de di nav kordînasyonê tevbigerin û êrîşeke muhtemel a ser Îdlibê rawestînin."

Herwiha Kalin: "Hêviya me ew e ku hemû alî teqez di nav vê maweyê de bikevin nav helwesteke ku bi awayekî ku di rojên pêşiya me de piştgiriyên erênî bidin û li ser çareseriya siyasî ya ku dê hemû mehsûrên li ser Îdlibê ji holê radike mutabiq bimînin."

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin