PeyamaKurd- Li başûrê Afxanistanê, li bajarê Laşxar Gahê di mîtînga hilbijartinê de êrîşa xwekujî pêkhat û di encamê de 8 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Birîndar ji aliyê hêzên asayîşê û tîmên rizgarkirinê de hatin birin bo nexweşxaneyan. Parlementer Salih Muhammed Açıkzaî jî sivik birîndar bû. Berdevkê parêzgehê ragihand ku bûyer di 2.50 yê piştî nîvro de çêbûye. Dibe ku jimara kuştî û birîndaran zêdetir bibe.
Lêpirsîna di derbarê bûyerê de dewam dike û heya niha ti kes an rêxistin bûyerê nexistiye aliyê xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin