Ermenistanê ji bo Tirkiye destwerdana ser neke bang li civaka navdewletî kir...

Ermenistanê ji bo Tirkiye destwerdana ser neke bang li civaka navdewletî kir...

PeyamaKurd - Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan, piştî şerê xeta sînorî yê Qerebaxê bi Azerbaycanê re, bang li civaka navdewletî kir ku jê piştrast bin Tirkiye destwerdana nakokiyên herêmê neke û nebe sedema alozkirina rewşê.

Paşînyan di demeke ku şer û pevçûnên navbera artêşên Ermenistan û Azerbaycanê de ji îro 27ê Îlonê danê sibehê ve berdewam dikin got, divê civaka navdewletî ji bo rê li ber destwerdana derveyî bigire her tiştî bike.

Serokwezîrê Ermenistanê got, "Divê sazî û dezgehên civaka navdewletî ji bo îhtimala destwerdana nav şer a Tirkiyê hemû rêgiriyan bikar bîne. Heke na wê rewşa li herêmê gelekî xerabtir bibe û ji bo başûrê Qefqasan û welatên cîran encamên wêranker bi xwe re bîne.”

Paşînyan herwiha da xuyakirin ku wê Azerbaycan çalaktiyên tawanî bide destpêkirin û serî li provokasyonan bide li seranserê herêmê.

Paşîyan wiha pê de çû: "Ev şer li dijî azadî û serxwebûna gelê ermen hatiye destpêkirin. Divê hevserokên Koma Hevkariya Ewlehiyê ya Ewropa û Koma Mînskê rê nedin ku şer derkeve derveyî wê herêmê. Em ji şer re amade ne, lê em dizanin ku nefreta ermenan a Azerbaycanê ti encameke din dernaxe holê.”

Hêjayî gotinê ye, piştî şer û pevçûnê îro ku ji herdu aliyan jî windahî hene, herdu welatan jî amadebaşiya bo şer ragihandiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin