PeyamaKurd- Li gorî nûçeya deqeya dawî ya çapemeniya Rusyayê, Ermeniyên li Qerebaxê şertê danîna çekan a Serokomarê Azerbaycanê qebûl kir.
Îro, ji aliyê Serokomariya Azerbaycanê ve hatibû ragihandin ku Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, yekane şertê xwe ragihand ku ji bo rawestandina operasyona leşkerî ya li Qerebaxê, divê Ermeniyên Qerebaxê çekan deynin û bi temamî bêçek bibin.
Li ser vê yekê di çapemeniya Rusyayê de bi awayekî lezgîn hat ragihandin ku ev şert ji aliyê Ermeniyên Qerebaxê ve hatiye qebûlkirin.
Ji bilî vê nûçeyê jî Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê jî ragihand ku îro saet di 13:00an de di nav aliyan de lihevkirin çêbûye.
Ji aliyê din ve Berdevkê Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê Anar Eyvazov, di daxuyaniyaniyekê de diyar kir ku operasyona li Qerebaxê hatiye destpêkirin bi serkeftî dewam dike û zêdetirî 60 çeperên hêzên çekdar ên Ermenistanê di bin kontrola artêşa Azerbaycanê de ne.
Eyvazov da zanîn ku 20 otombîlên leşkerî, zêdetirî 40 bataryayên topan, zêdetirî 30 hawan, 2 pergalên moşekî û zêdetirî 6 navendên ragihandinê yên hêzên çekdar ên Ermenîstanê hatine têkbirin.
Eyvazov daxuyaniyên Ermenîstanê yên ku dibêjin ‘Azerbeycanê cihên sivîlan kiriye armanc’ red kir û diyar kir ku ev ji bilî şermkirina artêşa Azerbaycanê ne tiştekî din e û artêşa Azerbaycanê tenê hedefên leşkerî yên rewa wêran kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin