PeyamaKurd - Serdozgeriya Komarê ya Enqere ya Tirkiyê, ji ber gotinên parastina li dadgehê yên Hevserokê Giştî yê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş yên ‘hûnê li pêş dadgehê hesap bidin’ lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriyê ji bo gotinên xweparastina ji bo dadgehê yên Demirtaş ên 15ê Çileyê 2020an bi nivîskî ji dadgehê re şandibûn lêpirsîn daye destpêkirin ku Demirtaş gotiye, wê ew dozgeriya min dadgeh didek li ber dadgehê hesab bide.
Parêzerê Demîrtaş Mahsûnî Karaman, li ser medya civakî derbarê lêpirsînê de got, “Me dît ku ji bo gotina, ‘hûn ê li pêşberî darazê hesab bidin’ jî lêpirsîna ‘terorê’ hatiye vekirin, şikir! Naxwe em dubare bêjin, hûn ê ji bo vê lêpirsînê jî li pêşberî dadgehê hesab bidin.”
Demirtaş ji 4ê Mijdara sala 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê tê girtin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê çend caran biryara serbest berdana wî derxistibû ku dadgehên Tirkiyê ew bicih neanîbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin