Ji Demirtas peyama biryara tehliyekirinê

Ji Demirtas peyama biryara tehliyekirinê

PeyamaKurd - Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş di danişîna îro ya Dadgeha Cezayê Giran a 19emîn a Enqerê de ku bi telekonferansê beşdarî kir, biryara tehliyekirinê jî nirxand.

Hat zanîn ku Demirtaş ji bo parastina xwe li ser fezlekeyên mayî bike dem xwestiye, lê dadgehê wekî ku parastina xwe kiribe qebûl kiriye û heyeta dadgehê bi şertê kontrola edlî û yekdengî biryara tehliyekirina wî derxist.

Demirtaş piştî biryarê ev nirxandin kir:

"Ji ber ku hukum li ser min heye, ez niha jî li girtîgehê dimînin. Ji bo darizandina adil bi xêr be."

Bi sedema ku Demirtaş ji dozeke din 4 sal û 8 meh ceza xwariye, niha ji girtîgehê nayê derxistin, lê hinek hiqûqnas dibêjin, heger dadgeh dema ew li girtîgehê maye li ber çav bigire pêwîste wî tehliye bikin.

Heman dadgeha ku îro biryara tehliyekirinê da, ji bo danişîneke din doza Demirtaş taloqî 7-8 û 9ê Çileya 2020an kir.

Heyeta dadgehê bi yekdengî biryar da Demirtaş bê tehliyekirin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin