Rojnamevanên ku li Mêrdînê hatibûn desteser kirin, hatin berdan

Rojnamevanên ku li Mêrdînê hatibûn desteser kirin, hatin berdan

PeyamaKurd – Di dema protestokirina qeyûman de gelek welatî û pênc rojnemavan hatibûn desteserkirin. Piştî heft rojan duh rojnamevanên desteserkirî hatin berdan.

Şevê din peyamnêrên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç, Peyamnêra JinNewsê Rojda Oruç û herdu peyamnêrên serbixwe Nurcan Yalçin û Halime Parlak hatin berdan.

Rojnamevanan li ser hesabên xweyên medyaya civakî ragihandin ku ew serbest hatine berdan. Ahmet Kanbal eşkere kir ku di heft rojên desteserkirinê de ji wan hatiye pirsîn ka çi karê wan li ber deriyê şaredarîyê heye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê 20ê Tebaxê bi hinceta ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistibû .

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.

Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turk Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman û li şûna Ertan jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke qeyûm hatine tayînkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin