Îsraîlê du rojnamevanên CNN TURKê li Tel Avîvê desteser kirin

Îsraîlê du rojnamevanên CNN TURKê li Tel Avîvê desteser kirin

PeyamaKurd - Peyamnêrê CNN TURKê Emrah Çakmak û kameraman Halîl Kahraman, dema ku li bajarê Tel Avîvê yê Îsraîlê weşana zindî dikirin, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê ve hatin desteserkirin. Ev rûdan di demekê de pêk tê ku li herêmê aloziyên leşkerî di asta herî bilind de ne.

Berteka Enqereyê: "Hewldana veçattina rastiyê ye"

Serokê Ragihandinê yê Serokkomariya Tirkiyeyê, Burhanettin Duran, derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir. Duran desteserkirina rojnamevanan wekî "êrîşeke li dijî azadiya çapemeniyê" pênase kir û got: "Îsraîl bi van gavan hewl dide rastiyê veşêre."

Duran destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê ji bo azadkirina tavilê ya Emrah Çakmak û Halîl Kahraman dest bi hewlên dîplomatîk kiriye. Hat ragihandin ku Enqere bi hesasiyet vê mijarê dişopîne û daxwaz dike ku hevkarên wan ên rojnamevan bêyî derengî werin berdan.

Heta niha rayedarên Îsraîlê derbarê sedema desteserkirina her du rojnamevanên Tirk de tu daxuyaniyên fermî nedane. Ev bûyer dibe sedema zêdebûna rageşiya dîplomatîk a di navbera Enqere û Tel Avîvê de ku di van rojên dawî de ji ber geşedanên herêmî ber bi xaleke krîtîk ve diçû.