Mesrûr Barzanî bi Serokên Encumenên parêzgehên Kurdistanê re dicive

Mesrûr Barzanî bi Serokên Encumenên parêzgehên Kurdistanê re dicive

PeyamaKurd - Serokê Encumena Parêzgeha Hewlêrê ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê bi desteyên serokatiyê yên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê re bicive.

Serokê encumena parêzgeha Hewlêrê Elî Reşîd got, "beriya niha me daxwaz kiribû serokê hikûmetê civînekê bi me re bike. Roja civînê hatiye destnîşankirin."

Elî Reşîd her wiha got, civîn dê roja sêşema bê (12.11.2019) were kirin û desteyên serokatiya encumenên parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmanî dê beşdar bibin.

Serokê encumena parêzgeha Hewlêrê anî ziman, ew ê di civînê de behsa çawaniya aktîvtirkirina encumenan bikin. 

Her wiha emê behsa çawaniya hemwarkirina qanûna encumenên parêzgehên Kurdistanê bikin, ji ber ku hinek kêmasî di wê qanûnê de hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin