Zekema balindeya pasde tê

Zekema balindeya pasde tê

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Cezayîrê nexweşîna zekema balindeyan car din vejiya. Ragihandin ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Heywanan ya Dinyayê (OIE) de hat kirin. Lewra li seranserê welat di seha tenduristiyê de rewşa awarte hat ragihandin. Wezîrê Zîraî yê Cezayîrê Abdulhamid Hamdanî bo çapemeniyê weha ragihand:

“Çavkaniya vîrusê, balindeyên koçberin û heya hal weha dewam bike, me temamê herêman xiste amadekariyê. Ciyê vîrus jê derketiye Ayn Fakrûne û niha ketiye bin kontrolê û bo çavdêriyê me yekîneyekî ava kiriye.”

Gelek caran di haletên weha de bi hezraran ajal tên îmhakirin da nexweşîna balindeyan zêde nebe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin