PeyamaKurd- Li bajarê Entabê li navçeya Îslahyê erdê lê genim hatibû çandin, agir pêket û di encamê de 400 donum genim şewitî. Tîmên agirvemirandinê karibûn di nav 2 sietan de agir vemirînin. Agir li taxa Sakcagozu yê piştî nîvro bi genim ket ku hêjî sedema wê nayê zanîn. Bi sedema ku ba dihat, agir di demeka kurt de belav bû.
Dema tîmên agirvemirandinê dixebitîn, bi dehan cotyar bi traktorên xwe tevlî vemirandina agir bûn. 400 donumê ku şewitiye yê 11 cotyaraye. Bi şewata genim re 50 donumê zebeş, îsot, kartol û nok lê hatibûn çandin, zerarê dît.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin