Rusdî: Guh nedin firsendçîyan, ji bo nehistina gendeliyê pistevaniya hikûmetê bikin

Rusdî: Guh nedin firsendçîyan, ji bo nehistina gendeliyê pistevaniya hikûmetê bikin

PeyamaKurd - Şîretkarê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyamek belav kir û tê de got, bila xelkê Kurdistanê guh nede firsençîyan û piştevaniya hikûmeta Kurdistanê bike.

Şîretkarê polîtburoya PDKê Arif Ruşdî li ser rûpela xwe ya facebookê dibêje, pêngav û planên hikûmeta Kurdistanê ji bo reform û pêşxistina jêrxana aborî, dergehê dabînkirina kar û jiyanê ji gencan re vedike.

Arif Ruşdî dide xuyakirin, reform, nehiştina qaçaxçîtî û gendeliyê, serkeftina danûstandinên Hewlêr û Bexdayê di bin ronahiya Destûrê de ye, dabînkirina mûçe dibe sebeba wê yekê ku aramiya siyasî, aborî û civakî li Herêma Kurdistanê misoger bibe.

Ruşdî bang li xelkê Kurdistanê jî kir ku guh nedin kesên firsendçî û piştevaniya hikûmeta Kurdistanê bikin ji bo nehîştina gendelî û pêşxistina welat.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin