PeyamaKurd - Do Serpereştê Komelgeha Derbasgeha Navdewletî ya Îbrahîm Xelîl û Rêveberiya Komelgehê Hemîd Elî, pêşwaziya Hakan Karaçay Balyozê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û Enver Gok Serpereştê Komelgeha Xabur ya welatê Tirkiyê û şanda di gel re kirin û herwiha civînek li dar xistin.
Di vê civînê de danustandinên bazirganî û rêkarên tendirustiyê yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê da hatin gotubêj kirin û tekez li ser berdewamî û pêşxistina peywendiyên bazirganî ya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê kirin û çawaniya baştir xwe guncandina di gel rewşa niha ku ji ber virusa Koronayê hatiye pêş gotubêj kirin. Rayedarên welatê Tirkiyê soz dan ku ji bo vê mebestê û zêdetir pêşxistina danustandina bazirganî de alîkar bin.
Herwiha konsolê giştî û şanda di gel, serpereşt û rêveberiya komelgehê serdaneka meydanî ya taqîgeha nû ya Koronayê kirin û civîneke rojnamevaniyê ji bo konsolê giştî yê welatê Tirkiyê li Hewlêrê hate encamdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin