PeyamaKurd – Konwoya Fîlîstînê ya ji Bosna Hersekê birêketibû di ser Tirkiyê de dê biçûya Fîlîstînê lê ji aliyê deriyê Îbrahîm Xelîl yê Herêma kurdistanê de hat rawestandin.
Koordinatorê konwoyê Ali Cengiz ragihandiye ku ew nizanin ji bo çi konwoyê dane rawestandin û temamê kiryarên wan li gor qaîdeyên navdewletî ne. Cengiz got:
“Konwoya me aştiyaneye û li gor qaîdeyên navdewletî tevdigerin. 2 mehe em bi meqamên Iraqê re dan û sitendinan dikin. Me têkiliyên dîplomatîk bi Iraqê re danîbû lê rawestandina me nayê qebûlkirin.”
Nehat famkirin bê konwoy çima di ser deriyê Îbrahîm Xelîl de diçe Iraqê û Fîlîstînê. Rêya di ser Sûriyê de hêsantir bû û zûtir dikaribûn xwe bigihînin Filistinê.