Fahrettin Altun bû balyozê Tirkiyê yê li Vatikanê

Fahrettin Altun bû balyozê Tirkiyê yê li Vatikanê

PeyamaKurd – Biryarnama balyozên Tirkiyê yên tayîna wan, di rojnama fermî ya Tirkiyê de hat belav kirin. Li gor rojnamê; Fahrettin Altun ku berê serokê dezga Mafên Mirovan û Wekheviyê yê Tirkiyê bû, tayîn kirin bo balyozê Tirkiyê yê li Vatikanê.

Biryarname bi îmza serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan hat belavkirin. Nûnerê daîmî yê Tirkiyê yê li ofîsa Viyanayê bû Mustafa Kibaroğlu.

Mustafa Türker Arı bû balyozê li Gurcistanê, Fahrettin Altun bû yê Vatîkanê, Barış Ceyhun Erciyes jî bû yê Arnavutlukê.