PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balyozê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu qebûl kir.
Di hevdîtinê de Barzanî û hem Topçu gotin ku divê Iraq û hem Herêma Kurdistanê ji şer dûr bixin. Li gor daxwuyaniya ku ji serokatiya Herêma Kurdistanê hat kirin; di hevdîtinê de behsa pêşdeçûnên dawiyê yên li herêmê, rewşa şer û hem îhtîmala bandora şerê heyî gotûbêj kirin.
Her dû teref behsa berlêgirtina belavbûna şer û ji bo pirsgirêk aştiyane çareser bibin, divê xebatên dîplomatîk bên xwurtkirin.
Rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê di rojeva wan de bû û her dû teref behsa girîngiya aramî û îstîqrarê kirin û bûn hemfikir ku kes îznê nede herêm bikeve nava şer.
Di hevdîtinê de Barzanî sipasiya Tirkiyê kir ji ber ku di deriyan de Tirkiye hêsankariyê dixe çûn û hatina geştiyarên Kurdistanê û Iraqê.
Bandora şer û gengeşeyên herêmê li ser Tirkiyê, têkiliyên navbera Erbîl û Ankara û li ser dahatûya herêmê axifîn.