PeyamaKurd - Fermandarê Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper bi daxuyaniyeke vîdeoyî ragihand ku mayînên ku ji aliyê Hêzên Supayê Pasdaran ê Îranê ve li Tengava Hurmuzê hatibûn danîn, bi serkeftî hatine paqijkirin.
Cooper destnîşan kir ku mercên xebatê zehmet û xeternak bûn lê xebat bi dawî bûn û got: "Ji îro pê ve rêyên derbasbûnê yên navdewletî vekirî ne û tevgera keştiyan zêde dibe.
" Cooper diyar kir ku wan alîkarî dane derbasbûna 1,500 keştiyên bazirganî ku nêzîkî 750 mîlyon bermîl nefta xam hildigirtin û her wiha 75 keştiyên ku hewl didan abloqeya deryayî ya li ser benderên Îranê bişkînin hate zivirandin.
Amîral Cooper bal kişand ser amadebûna hêzên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê û destnîşan kir ku nêzîkî 50 hezar leşkerên DYAyê li herêmê erkdar in û dorpêçên deryayî ya li ser Îranê bi rengekî kargêr pêk tînin.
Cooper anî ziman ku ji nîveka meha Tîrmehê ve ku dorpêçan ji nû ve dest pê kiriye, Îranê ji peravên xwe qet neft hinardeyî dervayî welat nekiriye û bêyî destûra wan tu keştî nikare bibe nav benderên Îranê an jî jê derkeve.
Fermandarê CENTCOMê diyar kir ku tenê ji bo sedemên mirovî destûr bo hin keştiyan hate dan û tîmên wan ên deryayî û esmanî bi biryardarî erka xwe ya ewlehiyê berdewam dikin.