Li Tengava Hurmuzê teqîn: 2 tankerên neftê li mayînên ketin

Li Tengava Hurmuzê teqîn: 2 tankerên neftê li mayînên ketin

PeyamaKurd - Artêşa Pasdaran a Şoreşa Îslamî (DMO) ragihand ku du tankerên neftê yên ku hewldan bêyî destûr û di rêyeke qedexekirî re di Tengava Hurmuzê re derbas bibin, li mayînên deryayî ketin û teqiyan.

Di daxuyaniya Yekîneya Têkiliyên Giştî ya Hêzên Deryayî yên Pasdaran de hat diyar kirin ku yek ji van keştiyan "super tanker" bûye û piştî teqînê agahiyên li ser derketina agir di nav keştiyê de hatine piştrastkirin.

Pasdaran da zanîn ku van tankeran sîstemên navîgasyon û nasnameyê girtibûn û bi piştgiriya artêşa DYAê hewla derbasbûna dizî dabûn, lê di encamê de hemû hêza xwe ya livînê winda kirine.

Ev daxuyaniya tund a Îranê piştî wê yekê hat ku Ajansa Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Keyaniya Yekbûyî (UKMTO) ragihandibû ku keştiyek di Tengava Hurmuzê de ji aliyê cebilxaneyeke nediyar ve hatiye lêdan.

Ev bûyera nû ku ewlehiya gemiyan li yek ji girîngtirîn korîdorên enerjiyê yên cîhanê xistiye metirsiyê, wekî nîşana kûrbûna aloziya leşkerî û aborî ya li herêmê tê nirxandin.