PeyamaKurd – Hat ragihandina ku dozgeriya Tirkiyê ji bo parlamenteriya 5 parlamenterên HDP, CHP û Partiya ÎYÎ bê rakirin 5 fezleke şandin parlamentoyê.
Dozgeriyê bi daxwaza xistina parlamenteriya 5 parlamenteran 5 fezleke ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê şand.
Dozgerî dixwaze parlamenteriya Parlamenterên CHPê yê Îzmirê Mahir Polat û yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, parlamenerê Partiya ÎYÎ yê Stenbolê Umît Ozdag, parlamenteriya parlamenterên HDPe yê Diyarbekirê Îmam Taşçier û yê Çewligê Erdal Aydemîr bê rakirin.
Berî niha bi demekê jî parlamentariya 2 parlamentarên HDPê Leyla Guven û Musa Farisogullarî tevî parlamentarê CHPê Enes Berberoglu hatibû rakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin