PeyamaKurd – Serokê Fransayê yê berê Nikolas Sarkozy derket ber dadger û sûcên ku bi aliyê wî de dihat dayîn, gendeliyê û ku erka xwe bi xerabî bikaraniye red kir. Sarkozy ji her dû sûcan tê darizandin.
Doza Sakozi jê tê darizandin ji aliyê dadger Christine Mee de tê meşandin û di vê celseyê de li bandên dengê Sarkozi hat guhdarîkirin. Sarkozy got ku ew ti carê nerewatiyê nekiriye û weha got:
“Ez dixwazim ji vê rezîliyê paqij bibim. Cara yekeme ku ez dertên hemberê dadgerekî û ez bawerim ez ê karibim xwe îfade bikim.”
Di derbarê Sarkozy de di ser dehan de dosya hene û li ser dadger û dozgerên berê Sarkozy weha got:
“Weka ku dozgeriya netewî ya fînansê bo min hatiye damezrandin. Di derbarê min de 10 lêpirsîn hene. Di derbarê min de her hefte dosyakî tê amadekirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin