PeyamaKurd - Berdevkê Hêzên Berxwedana Şingalê (YBŞ) Hadî Elyas îro 19ê Cotmehê eşkere kir ku ji Sibata borî ve danûstandinên wan ligel berpirsên bilind ên ewlehî û leşkerî yên Hikûmeta Iraqê dest pê kirine, ku mebest lihevkirineke baş e bo rêkxistin û çûna nav sîstema dewleta Iraqê.
Hadî Elyas da zanîn ku ev pêngav di xizmeta serweriya Iraqê de ye û pirsa ewlehî û rêkxistina fermî dibe bingeheke bihêz bo parastina nasname û destkeftiyên pêkhateya Êzidiyan di çarçoveya dewletê de.
Berdevkê YBŞê got ku kêşeyên Şingalê tenê mesela ewlehîyê tenê ye, pirsa vegerandina koçberan, qerebûkirina welatiyan, avakirina deverê û diyarikirina çarenivîsa kesên winda û revandiyên destê DAÎŞê mijarên bingehîn in û pêdiviya wan bi çareseriya qanûnî û fermî heye.
Herweha destnîşan kir ku danûstandin ligel berpirsên Iraqê di gelek xalan de gihîştine hevfêmkirinê.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Hadî Elyas behsa wê yekê kir ku proseya lihevkirinê karekî asayî ye, ji ber ku ew mijar girêdayî paşeroja civakê, cografyayê, mafên jinan û dezgehên ewlehî ye.
Herwiha hêvî xwest ku di paşerojeke nêzîk de vê proseyê di xizmeta cîgirî û serweriya Iraqê û civaka Êzidiyan de encamên erênî hebin.