PDKê bertek nîşanî Parêzgarê Kerkûkê da: Yan ser madeya 140î têkbirina destûrê ye

PDKê bertek nîşanî Parêzgarê Kerkûkê da: Yan ser madeya 140î têkbirina destûrê ye

PeyamaKurd - Buroya Rêxistina Kerkûk û Germiyan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşana daxuyaniyên Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman ên li ser Madeya 140î ya Destûra Iraqê da.

Mihemed Seman di bernameyeke televizyonî de îdîa kiribû ku şaşiya herî mezin a Iraqê ya piştî sala 2003an pejirandina Madeya 140î ye. PDKê di bersiva xwe de destnîşan kir ku Madeya 140î ji bo çareserkirina pirsa Kerkûk û navçeyên nakok nexşerêyeke rast û nûjen e û diyar kir: "Daxuyaniyên bêberpirsiyar ên Parêzgarê Kerkûkê ku dibêje Madeya 140î hukum û nirxê xwe winda kiriye, rasterast têkbirina destûrê ye.

Eger destûr ji holê rabibe, dewleta Iraqê bixwe jî erka xwe ya dewletbûnê winda dike."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku axaftinên parêzgar di dewsa pêşkêşkirina xizmetguzariyan de hewldaneke bêcîh e ji bo derxistina fitneyê, kûrkirina kînê û xerakirina biratiya di navbera pêkhateyan de.

PDKê her wiha bal kişand ser awayê destbikarbûna parêzgar û got: "Her kes gelekî baş zane ku bûyîna wî ya parêzgar encama bazarî û lihevkirineke bi guman a li Otêla Reşîdê ye; eger hilbijartineke azad û xwezayî bihata kirin, dê encam gelekî cuda bibûya.

" Buroya Rêxistinê di dawiya daxuyaniya xwe de banga hişmendî û aqilê selîm li berpirsên Kerkûkê kir da ku rêzê li destûr û mafên gelê Kerkûkê bigirin.