PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê Pekka Haavisto, li ser endamtiya NATOyê û hegera gefên li welatên Baltikê axivî. Haavisto diyar kir ku di hegereke ku gef li ser welatên wan bên xwarin de ew ê alîkariyê ji hevkarên NATOyê bixwazin.
Pekka Haavisto, ji bo qenala televîzyonê ya YLEyê axivî û ji rewşa giştî heta rewşa navxweyî, gelek aliyên siyasî nirxandin.
Haavisto li ser pêvajoya endamtiya NATOyê da zanîn ku hîn jî hevdîtinên navbera wan û Tirkiyeyê ya di derbarê endamtiyê de berdewam in.
Wezîrê Finlandî got ku li ser endamtiya NATOyê, hevdîtinên wan ligel Macarîstanê jî berdewam in û ragihand ku mijara endamtiya Finlandiyayê, ketiye rojeva Parlamentoya Macarîstanê.
Haavisto, li ser peymana ku di navbera Tirkiye, Finlandiya û Swêdê hatibû destnîşankirin de jî got ku
“Pêşveçûna pêvajoyê, girêdayiyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û nêrînên wî ne.”
Wezîr Haavisto, li ser teqînên ku di meha îlonê de li ser 2 xetên gaza xwezayî yên Deryaya Baltikê çêbûbûn jî axivî û ragihand ku dibe şerê navbera Rusya û Ukraynayê heta deryayên navneteweyî jî dorfireh bibe û Finlandiya jî di nav de welatên Baltikê gefên heyî cidî dibînin û di vî warî de bergirên rêyên deryayî hatine zêdekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin