PeyamaKurd- Wezîra karên hundir ya Fînlandiyayê û hem seroka Partiya Kesk Maria Ohisalo, bi sedema ku Yûnanistan deriyê xwe ji koçberan re girtiye, di televîzyona YLE yê de Yûnanistanê rexne kir û got ku Yûnan şaşiyê dike. Ohisalo bingeha koçberiyê weka di qanûna navdewletî de weha ragihand:
“Dema hun li wêneyê mezin yê hûqûqa navdewletî binhêrin, ew tiştên ku hun niha dikin, hun ê bibînin ku şaş e. Daxwazên îltîcayê di bin her şert û merci de, divê bên qebûlkirin.”
Ohisalo got ku tevî Yekîtiya Awrûpayê destekê dide Yûnansitanê, Yûnansitan şaşiyê dike. Ohisalo, di dewama axafina xwe de weha got:
"Weka min got, me di civîna wezîrên karên hundir yên Yekîtiya Awrûpayê de, di rapora ku me amade kir de got; divê qaîdeyên hûqûqê yên navdewletî bên bicîhanîn û divê Yûnanistan koçberan qebûl bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin