Hevdîtinên Şanda Kurdistanê yên mûçe û budçeyê dest pê dikin

Hevdîtinên Şanda Kurdistanê yên mûçe û budçeyê dest pê dikin

PeyamaKurd - Şandeke bilind a danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibe 7ê Cotmeha 2026an bi mebesta encamdana rêzehevdîtinan digihîje Bexdayê.

Armanca sereke ya vê serdana ew e ku ligel berpirsên hikûmeta federal û bi hevahengiya bi nûnerên Kurd re, li ser pabendbûn, maf û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê di reşnivîsa qanûna budçeya giştî ya sala 2027an de danûstandin bên kirin.

Di civînan de, şanda Herêmê dê tekez bike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erk û pabendiyên xwe yên darayî û petrolê bi cih anîne û ti hincetek ji bo paşxistin an kêmkirina mûçe û şayisteyên darayî yên herêmê nemaye.

Her wiha dê bi berfirehî behsa dabînkirina meaşê fermanberan, hêzên Pêşmerge, asayîş, xaneşîn, kesûkarên şehîdan û projeyên veberhênanê bê kirin, daku bi awayekî zelal di budçeya 2027an de bên çespandin û mekanîzmayeke mayînde ji bo şandina pereyan bê avakirin.