PeyamaKurd – Serokwezîrê Fransayê Francois Bayrou, rexne li polîtîkaya aborî ya Amerîkayê ku bi dolar û veberhênana cîhanê fişarê li ser welatan dike kir û ji bo serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump jî hişyarî da welatên endamên Yekîtiya Ewropayê.
Bayrou got ku divê Fransa û Ewropa li hember serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump, xwedî helwesteke yekgirtî be û diyar kir, Amerîkayê biryar daye bi dolar, polîtîkaya pîşesaziyê û veberhênanê fişarê li ser siyasetê bike.
Bayrou got, "Ger em tiştekî li hember vê yekê nekin, em ê têkevin bin serweriya wan. Em ê biperçiqin. Ger Ewrona tunebe em ê nikaribin ti tiştekî bikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji bo merasîma sondxwarinê ya serokê 47emîn ê Amerîkayê Donald Trump, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron nehatibû vexwendin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin