PeyamaKurd - Fransa ji bo dadgehkirina çekdarên DAIŞê yên biyanî pêşniyaza avakirina dadgeheke navdewletî li Iraqê dike.
Wezîra Dadê ya Fransayê Nicole Belloubet ragihand, wan pêşniyazek pêşkêşî welatên rojavayê kiriye, ji bo darizandina çekdarên DAIŞê yên biyanî li Iraqê dadgeheke navdewletî were ava kirin. Wê got, ew pêşniyar bi taybet pêşkêşî welatên Almanya, Îspanya û Îtalyayê kirine.
Belloubet herwiha got: Dadgeha were avakirin, dê ne li Sûriyê be, lê belê dê li Iraqê be û divê bi beşdariya dadgerên ewropî, fransî û iraqî be.
Berî çend rojan 11 çekdarên DAIŞê yên fransî li Iraqê sizaya bidarvekirinê bo wan hatibû sepandin, vê yekê jî karvedanên nerazîbûnê yên tund li Fransayê bi xwe re anîbûn.
Demek e avakirina dadgeheke navdewletî li Rojavayê Kurdistanê jî ketiye rojevê. Di meha Nîsana borî de jî Hevseroka Desteya Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Nezîra Gewriyê jî gotibû: Bi hezaran çekdarên DAIŞê di zîndanên Rêveberiya Xweser de hene û ew daxwaza avakirina dadgeheke navdewletî dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin