PeyamaKurd - Rêveberiya Rûm a Qibrisa Başûr û Fransayê ji bo berfirehkirina hevkariya xwe ya leşkerî li Rojhilatê Deryaya Spî peymaneke girîng a bi navê SOFA (Peymana Statuya Hêzan) îmze kirin.
Lîderê Rûman Nikos Hristodulidis bi daxuyaniyekê ragihand ku ev peyman ketiye meriyetê û destnîşan kir ku ev pêngav dê alîkariyeke mezin bide armanca hevpar a Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ji bo avakirina "xweseriya stratejîk."
Fransa wê baregehên leşkerî yên li Qibrisê bikar bîne
Hûrguliyên vê peymana stratejîk a ku piştî seredana Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a di 23yê Nîsanê de hatibû amadekirin, wiha ne:
Bicihbûna Leşkerî: Di çarçoveya peymana SOFAyê de, hêzên leşkerî yên Fransayê dê bikaribin di bin şert û mercên diyarkirî de li ser axa Qibrisa Başûr bi cih bibin.
Zemîna Hiqûqî: Ev peyman zemînekî hiqûqî ava dike da ku Fransa ji bo xebatên xwe yên li Rojhilatê Deryaya Spî û Rojhilata Navîn, bingehên leşkerî û binesaziya Qibrisê bi kar bîne.
Parvekirina Teknolojiyê: Di peymanê de parvekirina teknolojiya leşkerî, tetbîqatên hevpar û birêvebirina diyaloga stratejîk a navbera her du aliyan jî cih digire.