PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron eşkere kir ku wan bi Yûnanistanê re peymaneke hevpar a dîrokî îmze kir û got, Atîna wê 3 keştiyên şer ên nû ji cureya Rafale ji Parîsê werbigire.
Rojnameya yûnanî Kathimerini ragihandiye ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis, îro 28ê Îlonê li Parîsê peymaneke dîrokî îmze kirin.
Macron piştî îmzekirina peymanê gotiye, ev peyman, hevkariya di warê ewlehiyê de zêde dike, parastina serwerî û yekîtiya her du welatan dike û di berevanîya Ewropayê de jî pêngaveke girîng e.
Mitsotakis piştî îmzeyê diyar kiriye, peyman rê li ber berevaniya Ewropa ya serbixwe vedike û gotiye, ev gav dostaniyê di navbera Yûnanistan û Fransayê de xurt dike ku di çarçoveya Yekîtiya Ewropa û NATOyê de ye.
Li aliyê din serokwezîrê Yûnanistanê daye xuyakirin ku ew bi Tirkiyê re nakevin pêşbaziya çekdarbûnê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin