Fransayê ji bo Gronland û Panamayê hişyarî da Trump
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, li ser daxuyaniyên Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê îhtimala destwerdana Gronland û Kanala Panamayê bertek nîşan da û Trump hişyar kir.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, îro 8ê Çileyê got: “Ez bi hemû awayan gef û êrîşkirina li ser serweriya Yekîtiya Ewropayê red dikim. Em rê nadin ti kesekî ku wî karî bike, girîng nîne ew kes kî be.”
Jean-Noel Barrot diyar kir, “Tevî ku em parzemîneke bihêz in lê divê em xwe bihêztir bikin. Gironland jî pareke parzemîna me ye.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Trump dohî Sêşemê di civîneke rojnamevanî de gotibû, “Ger pêdivî bike, ez bikaranîna hêzê ji bo kontrolkirina Gironlandê û kanala Panamayê red nakim. Ji bo bihêzkirina ewlehiya me ya neteweyî, pêdivîya me bi Gironlandê heye.”
Girava Gironlandê beşek welatê Danîmarkê ye ku dikev nav Yekîtiya Ewropayê û bi sîstema otonomî tê birêvebirin. Hejmara şêniyên wê 57 hezar kes e. Ew girav bi gelek kanzayan û petrol û gaza xwezayî dewlemend e. Li gel vê jî, zêde pêş neketiye û ji aliyê aborî nêçîr û geştyariya germ li pêş e.
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.