PeyamaKurd - Serokê DYAyê Donald Trump di demeke ku aloziya bazirganî û bacan a li gel Kanadayê berdewam dike de gaveke nû ya balkêş avêt û ragihand ku ew plan dikin navê Gola Ontarioyê biguherînin û bikin "Gola Amerîkayê".
Trump li ser hesabê xwe yê medya civakî wêneyekî nexşeyê belav kir ku tê de navê 'Lake Ontario' hatiye xêzkirin û di cihê wê de 'Lake America' hatiye nivîsandin.
Trump destnîşan kir, ji ber ku êdî li gel eyaleta Ontarioyê bazirganiyeke mezin wê neyê kirin, fikra guherandina navê vê gola sînorî di rojeva wan de ye.
Ev hewldana Trump di nava rayedar û welatiyên Kanadayê de bû sedema bertekan.
Serokwezîrê Eyaleta Ontarioyê Doug Ford û rayedarên din ên Kanadayê ev daxuyaniyên Trump wekî "gotinên siyasî" bi nav kirin û dan xuyakirin ku navê golê ji dîrokê tê û guherandina wê ya navdewletî ne pêkan e.