PeyamaKurd- Ajansa Reutersê ragihand ku bi fuzeyan li balafirgeha Hûmûsê ya bi navê Tiyasê xistine. Balafirgeh di destê rejîmê de ye.
Ajans nûçeya xwe li gor ragihandina televîzyona Sûriyê daye ku tê gotin nêzî balafirgehê dengên teqînên xurt hatine û gelek fuze avêtine balafirgeha leşkerî.
Hat ragihandin ku hêzên Sûriyê bersiva fuzeyan dane. Rêvebirekî Amerîkayî ku navê wî ne diyare, beyanek daye Reustersê û jê re gotiye; nûçeya ku Amerîka êrîş kiriye ser baregeha Esed ne rast e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin