PeyamaKurd – Îro 31ê Kanûna 2020an roja dawî ya salê ye. Lê belê li cîhanê gelek welat hene ji ber pêgehên erdnîgarî û parzemînên xwe, zûtir yan jî derengtir derbasî sala nû dibin.
Ji ber vîrusa koronayê pîrozbahî li gelek welatan nayên kirin yan jî li gorî rêkarên tenduristiyê bi tedbîr pêk tên.
Welatên ku beriya hemû welatên din ên cîhanê derbasî sala 2021ê bûn, 4 welatên giravên pasîfîkê Samoa, Kiribatî, Zelanda Nû û Fijî bûn.
Li gorî dem Kurdistanê li giravên Samoa û Kiribatîyê ango li Girava Christmasê li demjimêr 13:00 sala 2021ê dest pê kir û pîrozbahî hatin kirin.
Herwiha Zelanda Nû û Fijiyê jî li demjimêr 14.00ê derbasî sala nû bûn û sala nû bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin.
Welatê ku herî dawî bikeve sala 2021ê jî Samoaya Amerîka ye ku li Başûrê Zeryaya Pasîfîkê dikeve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin