''Em ê hewl bidin di sala 2021ê de pêwendiyan bi welatên Erebî re pêk bînin''

''Em ê hewl bidin di sala 2021ê de pêwendiyan bi welatên Erebî re pêk bînin''

PeyamaKurd – Di hevpeyvînekê de Hevserokê Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê daxwaz dike, di sala 2021an de pêwendiyan bi welatên Erebî re pêk bînin.

Hevserokê Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer ji Rûdawê re daye zanîn, ew dê hewl bidin di sala 2021ê de pêwendiyan bi welatên Erebî re pêk bînin.

Herwiha Ebdulkerîm Omer qala girtiyên DAIŞê yên li cem Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û bi taybet çekdarên biyanî yên DAIŞê dike û eşkere dike, kêm welat razî bûne welatiyên xwe ji kampa Holê derxînin û vegerînin.

Ebdulkerîm Omer dide zanîn, wan hewl dane ji bo dadgeheke navdewletî bo çekdarên DAIŞê ava bikin, lê pêwîstî bi biryara Encûmena Asayişa Navdewletî heye.

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê di sala 2014an de û bi pêngava pêkanîna Kantona Cizîrê û pişt re jî her du kantonên Kobanî û Efrînê, hat damezrandin û pişt re hat berfirehkirin.

Navê rêveberiyê çend caran hat guhertin. Di sala 2016an de navê rêveberiyê du caran hat guhertin, di 17ê Adarê de navê Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê lê hat kirin, lê di dawiya salê û di meha Kanûnê de navê wê bo Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê hat guhertin. Herî dawî jî di 6ê Îlona 2018an de, navê wê weke Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat guherandin.

Tevî ku çend sal ji ser avakirina rêveberiyê re derbas bûne jî, hê tu welatan bi fermî pêwendî bi wê rêveberiyê re çê nekiriye, lê îsal çendîn şandên welatan serdana navçeyê kirin, ku serdana şandên Amerîka û Swêdê yên herî giring bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin