Kesê hewla kuştina Tayip Erdoğan kiribû piştî 10 salan hat girtin

Kesê hewla kuştina Tayip Erdoğan kiribû piştî 10 salan hat girtin

PeyamaKurd – Asayîşa Tirkiyê ragihand ku di derba 2015an ya 15ê Tîrmehê de, kesê hewl dabû ku li bajarê Muğlayê li navça Marmarîsê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bikuje, piştî 10 salan hat girtin.

Kesê bi navê B.K. ku rutba wî ya wê wextê Yuzbaşi bû, di beşa hêzên taybet de dixebitî û pîlotê helîkopterê bû. Îstîxbarata dewletê ciyê wî tesbît kir ku li bajarê Afyonkarahisarê ye û beşa TEMê operasyon kir ser mala wî. Wezareta karên nav xwe ya Tirkiyê li ser mijarê got:

“Bi serpereştiya rêvebiriya asayîşa giştî ya Tirkiyê, beşa îstîxbaratê, bi beşa bajarên Eskişehirê û Afyonkarahisarê re xebat kirine, ciyê yuzbaşî B.K tesbît kirine ku ew yuzbaşî di 15ê Temmûza sala 2026an de li ser navê FETÖyê bi helîkopterê xwestiye li serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bixe û bikuje. Rûdan li bajarê Muğlayê li navça Marmarisê qewimî bû. Heya niha bi bultena sor di asta navdewletî de li B.K digeriyan. Yuzbaşi ji aliyê beşa TEMê ya bajarê Afyonkarahisarê de hat girtin.”