Li Pirdê kuştina ciwanê Kurd hate protesto kirin

Li Pirdê kuştina ciwanê Kurd hate protesto kirin

PeyamaKurd - Li navçeya Pirdê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, bi hezaran welatî li dijî kuştina ciwanê bi navê Mihemed Hêmin daketin qadan û rêya sereke girtin.

Xwepêşander daxwaz dikin ku kesên gule berdane û di vê bûyerê de berpirsiyar in demildest bên girtin û darizandin.

Li gorî agahiyan, piştî ku Mihemed Hêmin di şerê Pirdê de winda bûbû, malbata wî termê wî li Nexweşxaneya Azadiyê ya Kerkûkê dîtibû.

Lê belê ji ber ku hêzên ewlehiyê termê wî bi navê "çekdarê DAIŞê" radest kiribûn, malbatê di destpêkê de term wernegirtibû û ev tohmet bi tundî red kiribû.

Piştî ku bi biryara dadgehê navê wî hate rastkirin û wekî "şehîd" hate tomarkirin, term hate oxirkirin, lê kesûkarên wî tekez kirin ku ew ê heta dawiyê li pey vê dozê bin û dest ji daxwaza cezakirina kujeran bernedin.