Serokwezîr: Rêgiriyên Hikûmeta Kurdistanê rêjeya berketiyên Koronayê kêm kir

Serokwezîr: Rêgiriyên Hikûmeta Kurdistanê rêjeya berketiyên Koronayê kêm kir

PeyamaKurd –  Di derbarê rewşa dawî ya Korona li Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî diya kir, ji ber rêgiriyên Hikûmetê rêjeya pêketiyên Koronayê di kêmbûnê de ye.

Li gor Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn: ‘‘Rêjeya berketiyên Koronayê, di kêmbûnê de ye ji ber rêgiriyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Lêbelê vîrûs hîn jî metirsiyeke cîddî ye. “

Serokwezîr Barzanî herwiha daxwaz ji xelkê kir, berdewam bin li ser cîbicîkirina hemû tedbîrên tendrustiyê û xwe û naskiriyên xwe biparêzin.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê li gor do eşkere kiribû, 222 kesên din bi Koronayê ketine û 320 kes baş bûne û bi tenê 3 kes ji ber Koronayê can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin