Wezareta Navxwe: Em ji mijara DAISîyên hatine berdan nehatine agahdar kirin

Wezareta Navxwe: Em ji mijara DAISîyên hatine berdan nehatine agahdar kirin

PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser radestkirin û serbest berdana girtiyên DAIŞê yên ji Silêmaniyê bo Kerkûkê hatine veguhest daxuyaniyek weşand.

Wezaretê da xuyakirin ku ew ji mijara serbest berdan û radestkirina zêdetirî 170 terorîstên DAIŞê bo hêzên iraqî û êşîrên ereb ne agahdar in.

Wezaretê got, “Ti agahiyeke Herêma Kurdistanê ji radestkirina 176 gumanbarên terorê yên ji Silêmaniyê bo meqamên fermî yên Kerkûkê hatine radestkirin nîne.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ji veguhestin û girtina terorîstên DAIŞê rêveberiya Hewlêrê bi ti awayê nehatiye agahdarkirin ku mekanîzmeya fermî ya dadgehkirinê nehatiye bikaranîn ango proseya radestkirinê ya li Silêmaniyê li derveyî mekanîzmeyê hatiye meşandin.

Berpirsê malbenda YNKê ya Kerkûkê Mihemed Osman doh ragihandibû ku bi fermana hevserokên YNKê Lahor û Bafil Talebanî biryara berdan û radestkirina DAIŞîyan hatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin