Li Swêd 6 melayên DAISê ji bo bên dersînorkirin hatin berdan

Li Swêd 6 melayên DAISê ji bo bên dersînorkirin hatin berdan

PeyamaKurd - Li Swêdê 6 terorîstên DAÎŞê ku di meha Gulanê de hatibûn girtin, ji bo bên dersînorkirin hatin berdan. 

Polîsên Ewlehiya Swêdê, Buroya Koçberan, Dadgeha Bilind a Koçberan û Hikumeta Swêdê ragihandin ku 6 meleyên DAIŞî ji bo hebûna wan xeteriyê li ser ewlehiya Swêdê çêdike, derheqê wan de biryar girtin ku wan dersînor bikin.

Dadgeha Bilind a Koçberan piştî biryara dersînorkirina 6 endamên DAIŞê destnîşan kir ku, ji ber li welatên ku van melayan bişînin pirsgirêka ewlehiyê heye, nikarin van meleyan dersînor bikin û serbest berdin.

Li Swêdê koçberên ku derbarê wan de biryara dersînorkirinê heye dikarin li dijî vê derkevin û biryara dawî jî hikûmetê dide.

6 meleyên DAIŞî serî li hikumetê dan û xwestin biryara dersînorkirinê were rakirin. Serbestberdana endamên DAIŞê li Swêdê rastî nerazîbûnan hat.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin