PeyamaKurd- Li başûrê Iraqê li bajarê Basrayê xwepêşandêr agir bera ofîsa meclisa Iraqê dan. Berdana agir bo ofîsa meclisê bi sedema ku di demên dawiyê de aktîvîst tên kuştin û dixwazin kuştina aktîvîstan perotesto bikin.
Ber destê êvarê bi sedan xwepêşandêr daketin kolanan û avêtin ser ofîsa meclisê ya li Basrayê. Polîs mudaxeleyê xwepêşandêran kir û xazê bikaranî. Xwepêşandêr jî bi dar û keviran li polîsan dan. Di encamê de 7 polîs birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin