PeyamaKurd - Nivîsgeha Mesrûr Barzanî ku bo pêkanîna hikûmetê hatiye erkdarkirin, navên kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê ragihandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Îro 8.7.2019 di dema diyarkirî de, Raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî birêz Mesrûr Barzanî lîsta pêkhateya kabîneya pêşniyazkirî ji Parlemana Kurdistanê re şand, ji bo berî dema yasayî ya diyarkirî dengdan li ser bê kirin. Bi hêviya wê yekê ne koma wezîrên diyarkirî baweriyê ji Parlemanê werbigirin û her çi zûtir ev kabîne dest bi xizmeteke hêjayî gelê mezin û xweragiriya me bike.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Di vê demê de li dezgehên ragihandinê de amaje bi piraniya navan bo postên cuda hatiye kirin, lê me nexwast ti zanyariyeke fermî derbarê navên kandîdan belav bikin, ji ber ta dawî demjimêr jî aliyên beşdar di kabîneya nehem de guhartin di lîsta xwe ya kandîdan de dikir.”
Nivîsgeha Mesrûr Barzanî ragihand, “Îro piştî şandina navan ji Parlemana Kurdistanê re, navê tevahiya pêkhateya kabîneya nehem ji welatiyên xweşewîst re eşkere dikin û tekez dikin ku ev nav tenê kandîdên pêşniyazkirî ne û Parlemana Kurdistanê biryara yekalîker li ser dide.”
Nivîsgehê destnîşan kir, “Tevahiya pêkhateya kabîneya nehem ku 19 wezîr û 3 wezîrên herêmê ne, tenê navê Wezîrê Samanên Sirûştî bo parlemanê nehatiye şandin û ev post jî di demeke nêzîk de tê dagirtin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin