PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê bangî maslahatguzarên Yekîtiya Awrûpayê, Îtalya û Almanyayê kir. Bang, li ser lêgerîna keştiya Tirkiyê bû ku Tirkiye dibêje bi awayekî ne rewa, di keştiya wan de ji aliyê hêzên Almanya de lêgerînê kirine. Wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihandina xwe weha kir:
“Balyozên Yekîtiya Awrûpayê, Îtalya û Almanya îro ji aliyê cîgirê wezîrê karên derve balyoz Sedat Önal de bang li wan hatiye kirin ku werin wezaretê. Piştî balyoz hatine wezaretê bi sedema kontrola bê îzna Tirkiyê ku keştiya me ya bazirganî ya bi navê Roseline-A di çarçoveya operasyona İrini de hatiye kirin, hatiye protestokirin û nota bo dewletên pêwendîdar hatiye dayîn. Di nota ya me de, me gotiye ku bûyer li dijî hûqûqa navdewletiye, mafê me yê tazmînatê parastiye û hemû hatine tescîlkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin